Dinya

Li Xezeyê 250 hezar malbatên ji cihê xwe hatine kirin bi karesata serma û lehiyê ra rû bi rû ne

Mohamed Majed, Ali Semerci  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 11.12.2025
Li Xezeyê 250 hezar malbatên ji cihê xwe hatine kirin bi karesata serma û lehiyê ra rû bi rû ne Qais Omar Darwesh Omar

Gazze

 Hat ragihandin ku li kampên Xeta Xezeyê ji 250 hezarî zêdetir malbatên ku li konên perpût da dimînin bi xetereya serma, barana gur û lehiyê ra rû bi rû ne.

Mehmûd Basalê Berdevkê Midûriya Parastina Sivîlan a li Xezeyê di daxuyaniya xwe ya ji ser Telegramê da diyar kir ku ji 250 hezarî zêdetir malbatên ku li konên perpût da dimînin dijî serma, barana gur û lehiyê li ber xwe didin.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê ya ku duh hat dayîn da hatibû diyarkirin ku tê payîn ku ji roja çarşemê heta roja înê li Xeta Xezeyê hewa nebaş be, muhtemel e ku kon di bin avê da bimînin û ava baranê bikeve cî û warên bêpergal.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın