Dinya

Sîstanî: Serokwezîrê nû bila di bin tesîra midaxeleyên derva da neyê hilbijartin

.

Fatih Gazioğlu  | 06.12.2019 - Rojanekırın : 07.12.2019
Sîstanî: Serokwezîrê nû bila di bin tesîra midaxeleyên derva da neyê hilbijartin

Baghdad

Merciê dînî yê Şîeyan Elî es-Sîstanî got ku divê serokwezîr û wezîrên din li gorî daxwaza gel werin hilbijartin.

Ebdulmehdiyê Kerbelayî yê Nûnerê Elî es-Sîstaniyê merciyê dînî yê Şiiyan yê Kerbaleyê îro piştî nimêja înê "peyama wî ya siyasî" xwend.

Sîstanî di peyama xwe da wiha got: "Divê serokê hikûmeta nû û endamên kabîneyê ji midaxeleyên derva dûr û li gorî daxwazên welatiyan di 15 rojan de werin hilbijartin."

Sîstanî got ku di pevajoya avakirina hikûmeta nû da ew ê bêteref bimîne û di tu merheleyan da cî nagire.

Li Iraqê piştî sala 2003an Serokwezîr li ser pêşniyara partiyen şiî ji namzedekî hevpar dihat hilbijartin.

Li gor benda 76emîn a qanûna bingehîn, serokomar ji bo hilbijartina serokwezîrekî nû 15 rojan demê dide meclisê. Heke serokwezîr were hilbijartin û serokomar wî pesend bike, ji bo avakirina hikûmeta nû wezîfedar dike.

Li Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê yên li welêt di 1ê Cotmehê da bi mebesta berteknîşandanê va çalakiyên dijî hikûmetê hatibûn kirin. Li ser çalakiyan Serokwezîr Adil Ebdulmehdî îstifa kiribû.

Çalakvan dixwazin serokwezîrê Iraqê yê nû bila ji hêla kesekî serbixwe va were hilbijartin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın