06 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2019
Eskerên Fransayê yên ku li Sûriyeyê di bin parastina Amerîkayê da li herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da dimînin, perwerdehiya top avêtinê didin terorîstan.
Eskerên Fransayê li Sûriyeyê hebûna xwe li qadên di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ne didomîne û ji hêla perwerdekkirinê va jî piştevaniyê dide rêxistinê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan yekîneyên topavêjê yên Fransayê ku li bajarê Dêrazorê di qada neftê ya Omerê da ne duh êvarê perwerdehiya topavêtinê dan terorîstên YPG/PKKê.
Perwerdehiya avêtina topan bi qasî 5 saetan dewam kir û dengê teqînan di nav gel da bû sedema tirsê.
- Eskerên Fransayê yên li Sûriyeyê
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda niha bi qasî 200î eskerên Fransayê li bajarên Dêrazor, Heseke û Reqayê di 4 cihên eskerî da bi cih bûne.
Eskerên Fransayê li hemû cihên tê da bi cih bûne bi eskerên Amerîkayê ra bi şirîkatî bikartînin û merîfeta xwe ya herekatê tevlî eskerên Amerîkayê di bin parastina YPG/PKKê da didomînin.
Eskerên Fransayê yên li Sûriyeyê ji du yekîneyan pêk tê û yek ji wan yekîneya "hêzên taybet" e û ya din jî yekîneya "eskerên wezîfedar ên di nav hêzên koalîsyonê" da ye.