Dinya

Yewnanistan ew ê Balyozê Atînayê yê Libyayê dersînor bike

Haydar Şahin  | 06.12.2019 - Rojanekırın : 07.12.2019
Yewnanistan ew ê Balyozê Atînayê yê Libyayê dersînor bike

Atina

Yewnanistanê biryar da ku Balyozê Atînayê yê Libyaya di mijara sînordarkirina qada rayeya behrê ya Behra Sipî ya Rojhilat da bi Tirkiyeyê ra peyman çêkir dersînor bike.

Nikos Dendiasê Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê diyar kir ku Balyozê Atînayê yê Libyayê gazî Wezareta Karên Derva kir biryara hikûmeta Yewnanistanê ragihande wî û ji bo welêt terk bike jî 72 saet wext hat dayîn.

Dendias destnîşan kir ku biryar acizbûna Yewnanistanê ya dijî hikûmeta Terablusê nîşan dide, ji ber ku Libyayê rîayetî şert û mercên Yewnanistanê eşkere kiribû nekir ev gava hat avêtin.

Dendias bal kişand ku biryara dersînorkirinê nayê wê meneyê ku bi Libyayê ra têkiliyên dîplomatîk hatin birîn.

Dendiasê Wezîrê Karên Derva berê jî ji bo metna peymanê bidin wan jî hetanî roja înê wext dabû Libyayê gotibû heke daxwaza wan neyê bicîanîn ew ê Balyozê Atînayê dersînor bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın