BAKUBA
Li bajarê Bakubaya Îraqê, êrîş birin li ser konvoya Supasalar Abdulemir ez-Zeydî. Di êrîşê de 9 leşker mirin û 11 muhafiz ji birîndar bûn.
Supasalar Zeydî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Bakubayê erîşî konvoya wî kirin.
Zeydî, diyar kir ku ji erîşê bê birîn filitî û got ku ji ber teqînê 9 leşker mirin û 11 muhafiz jî birîndar bûn.
Zeydî, da zanîn ku êrîş berî fitarê hat kirin û diyar kir ku di wextê teqînê de bi fermandarê Firqeya 5emîn yê Artêşa Îraqê re bû.
Supasalarî, li Îraqê di rêza meqamên leşkerî de asta herî bilind e.