QAHÎRE
Ji alimên Misirê yên navdar Muhammed Hassan dîyar kir ku bi Wezîrê Parastinê Abdulfettah es-Sîsî re hevdîtin kirin e. Hassan, got ku Sîsî ji wan re gotiye, em qadan bi zext û zorê belav nakin.
Hassan diyar kir ku Ji alimên herî navdar Serokê Meclîsa Şuraya Eliman Abdullah Şakîr, Serokê Weqfa Ensaru's Sunne Cemal el-Merakîbî, Endamê Meclisa Şuraya Rêxistina Îxwanê Abdurrahman el-Ber, Sekreterê Gişti yê Meclîsa Bilind a Karên Îslamî yê berê Salah Sultan, ji Serokên Partiya Azadî û Edaletê Eymen Abdulganî û ji Serokên Partiya Avakirin û Pêşketinê Safvet Abdulganî beşdarî hevdîtinê bûn.
Hassan, diyar kir ku Îtîfaka Neteweyî ya Piştgiriya Meşrûiyetê sê wezîfe dane wan. Ev sê wezîfe jî ev in ku divê xwepêşander bi zor û zextê neyên belavkirin, Ji bo aştiyeke rast, divê şert û merc bêne amadekirin û divê piştî 30yê hezîranê, siyasetmedarên hatine binçavkirin bêne berdan.
Hassan, da zanîn ku ku ji Sîsî re gotiye heke ku xwepêşan bi zorê bêne belavkirin ev yek dê bibe felaket û divê li Misrê ne xwîna misilmanan ne jî ya xiristiyanan nerijê.