Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz got ku bi tenê Tirkiye dengê tirkmenan digîhîne dinyayê û wiha axivî: "Herî zêde birayên me yên tirkmen ji DÎŞIyê zirar dibînin. Ewlehiya tirkmenan ji bo me pir girîng e."
Wezîr Yilmaz der barê hevdîtinên xwe yên fermî yên li Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Iraq û Tirkiye xwedî dîrok û pêşerojeke hevpar in, divê herdû welat bi hev re tevbigerin.
Yilmaz wiha axivî: "Îstiqrara Iraqê, îstiqrara Tirkiyeyê ye. Iraq pêş ve here Tirkiyeyê kêfxweş be. Li vî welatî aştî hebe feydaya wê ji Tirkiyeyê re bibe. Gelê Iraqê heke bi hev re tevbigere ew ê astengiyan ji holê rakin."
Yilmaz daxuyand ku ev erdnigarî gelek hatiye perçekirin û niha jî rêxistina DÎŞIyê herêmê bi dest xist û wiha axivî: "Van rojan hêzên çekdar ên Iraqê ji bo ku Tikrîtê ji destê DÎŞIyê hildin operasyonan dike. Ji bo ku em nîşanî wan bidin ku em li cem gelê Iraqê û hikûmeta Iraqê ne em hatin ziyaretê."
- "Em perwerdeyê didin Pêşmergeyan"
Wezîr Yilmaz got ku ew perwedeyê didin pêşmergeyan û wiha axivî: "Me got ku heman tişt ji bo hêzên çekdar ên Iraqê jî dikare bibe."
- Hevdîtina bi Îbadî re
Yilmaz behsa hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî jî kir û wiha got: "Îbadî got ku ew dixwazin pêwendiyên xwe û Tirkiyeyê pêş ve bibin. Dîsa wî got ku ew ê tu carê destûr nedin ku komek an jî rêxistinek li hember tirkiyeyê bibe tehdît. Me jî ji ber van gotinên wî sipasiya wan kir."
Wezîr Yilmaz got ku wî bi Serokê Meclisa Iraqê Selîm el-Cuburî û endamên Komîsyona Ewlehî û Parastinê re jî hevdîtin kirin û wiha axivî: "Wan behsa hêviyên xwe yên ji Tirkiyeyê dixwazin kirin, lê bi giştî ew tevgerên Tirkiyeyê kêfxweş in. Li vê erdnigariyê her kesî deriyê xwe penaberan û mezlûman re girt, lê bi tenê Tirkiyeyê deriyên xwe ji wan re vekir. Me nijad, dîn û zimanê tu kesî nenihêrî û wan xwe sparte Tirkiyeyê. Humeynî jî dema ji welatê xwe hat nefîkirin xwe sparte Tirkiyeyê."
- Operasyona Mûsilê
Yilmaz got ku dema operasyona Mûsilê çêbû Wezîrê Parastinê yê Iraqê Ubeydî ji Tirkiyeyê alîkariya mirovahiyê xwest û wiha dewam kir: " Me bi eşkere got ku em ê alîkariyê bidin wan. Di rojên baş de jî, di rojên xirab de jî em li cem Iraqê ne."
- "Herî zêde tirkmen mexdûr bûn"
Yilmaz got ku ji ber êrîşên DÎŞIyê di nav gelên herî zêde mexdûr bûn de tirkmen jî hene û wiha dewam kir:
"Herî zêde birayên me yên tirkmen ji DÎŞIyê zirar dibînin. Mûsil, Telafer, Kerkûk, Tuzhurmatu, Tazehurmatu û Amirli her tim di dilê me û di hişê me de ye. Ewlehiya tirkmenan ji bo me pir girîng e. Em ji bo pirsgirêkên birayên me yên tirkmen bên çareserkirin wek hikûmet biryaran hildidin. Em hewl didin ku alîkariyên me bigîhîje wan. Em ê sunî, şiî, tirkmen, kurd û ereb hemû birayên xwe re alîkariyê bikin."