QUDÛS
Tîma Barcelonayê ya di bin birêvebiriya rahêner Gerardo Martîno de, di bin tezahûratên fitbolhezên filîstînî derket Stada El Dura ya li El Xelîlê. Messî, Neymar, Xavî, Inîesta, Pîque û Danî Alves jî di nav de di antrenmanê de listîkvanên tîmê, rastî eleqeya filîstîniyan hatin. Lîstikvanan bi zarokan re wêne kişandin û îmze dan zarokan.
Tîma Katalanê piştî antrenma bi zarokan re ji bo alîgiran xebateke bi qasî nîv saetê pêşkeş kir. Fitbolvanê Brezîlyayî Danî Alves piştî vê antrenmanê hat trîbûnan û silav da alîgiran. Di îdmanê de eleqeya herî zêde fitbolvanê navdar Mesî, dît.
Piştî xebatê Muhamed Asafê qonser da.
Barcelona di bin çarçoveya " Gera Aştiyê" siba li Tel Avîvê bi tîma têkel yên ku ji zarokên Filîstîn û Îsraîlê pêk tê, dê maça rapeşiyê bike. Tîma Katalanê berê maçê Dîwarê Girînê dê ziyaret bike û beşdarî resepsiyona Serokomarê Îsraîlê Şîmon Peres, bibe. Fitbolvanên Barcelonayî, berê pêşbirkê dê bi Serokwezîr Benyamîn Netanyahu re hevdîtinê bike.