TAHRAN
Serokomarê Îranê yê nû Hasan Rûhanî, îro piştî nîvro dê sond bixwe.
Ji 55 welatan Serokomar, Wezîrên Karên Derve û Serokê Meclîsan dê bêşdarî merasîmê bibin. Di merasîmê de Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu dê Tirkiyê temsîl bike.
Rûhanî, derbarê wezîfedarkirinan de dixwaze ji dîplomatên bitecrûbe yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf, bêne wezîfeya Wezareta Karên Derve.
Her wiha tê dîyarkirin ku Rûhanî, Îshak Cîhangîriyê ku nêzî Haşîmî Rafsancanî û Mûhammed Hatemî tê zanîn, anî wezîfeya Alîkariya Yekem ya Serokomariyê. Ji bo Wezareta Parastinê Huseyîn Dehkan, ji bo Wezareta Aboriyê jî Alî Tayyîbniyê ku li Zanîngeha Tahranê endamê hindekariyê ye hat teklîfkirin.