Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Chûck Hagel ji bo rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) diyar kir ku hedefa wan ne kontrolkirina rêxistinê ye û ew dixwazin DÎŞIyê paşve bibin û serê wê winda bikin.
Têlevizyona CNNyê bi Hagel re hevpeyvîn kir û der heqê hedef û mîsyonên DYAyê yên li dijî DÎŞIyê jî pirsek avêt ber. Hagel pirs bersivand û wiha got: "Hedefa me ne kontrolkirina DÎŞIyê ye, em dixwazin wê paşve bibin û serê wê winda bikin."
Hagel destnîşan kir ku Pentagon ji bo perçekirin û têkbirina DÎŞIyê xwediyê hêzê ye lewra ji bo perçekirin û têkbirina DÎŞIyê jî hin plan û alternatîfên ku hatine amadekirin jî dê pêşniyazî Serokê DYAyê Barack Obama bên kirin.
Ji Wêzîrê Parastinê hat pirsîn "Gelo di nav van alternatîfan de êrîşên leşkerî yên li ser Sûriyeyê jî cih digrin an na? Hagel jî got: "Ew jî ji alternatîfan yek e lewra em li hemû alternatîfan dinihêrin."
Hagel der heqê milîtanên DÎŞIyê de jî fikra xwe parve kir û wiha pê de çû: "Em zanin ku milîtanên DÎŞI gefê li merivan dixwe, zalim e. Bi awayekî baş organîze dibe, piştgiriya aboriyê hildide û xwediyê feraseteke mezin e û li gor berê xwe çêtir pêş ve biriye. Xwediyê fikreke hov û barbar e."