NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îngilistanê Mark L. Grant di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di civîna nefermî ya ku ji aliyê welatê wî ve hatiye lidarxistin de der barê geşedanên dawî yên ku li Sûriyê dê agahiyê bidin.
Tê çaverêkirin ku lijneya Sûriyê berî New Yorkê dê ewil Parîs û Londrayê ziyaret bike û lê nehat diyar kirin ku di bernameya lijneyê de serlêdana Washingtonê heye an na.
Ji ser alozî û şerê navxweyiyê Sûriyê re du sal derbas bû, lê belê ji ber ku fikr û ramanên nûneran Konseya Ewelehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wekhev nebû, nikarin pirsgirêkê çareser bikin.
Di civîna roja înê de lijneya Koalîsyona Hêzên Neteweyî ya Şoreşger û Muxalîfên Sûriyê (KHNŞMS) dê pêşkêşiyekê bike, tê meraq kirin ku ev pêşkêşiyê dê bandoreke çawa li helwesta Çîn û Ûris bike.
Ji aliyê din ve da zanîn ku di rûniştina îro ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de dê li ser geşedanên Rojhilat Navîn jî bisekinin.