QAHÎRE
Protestoyên li dijî Wezirê Parastinê yê Misrê û Serokê Sererkaniyê Abdûlfettah Sîsî û xwepêşanên ku dixwazin Serokomarê Misrê yê berê Muhemed Mursî dîsa vegere li ser wezîfeya xwe didomin.
Li paytextê Misrê Qahireyê çeteyên bi navê "bivirdar" li ser cadeya Salah Salîm êrîşî kesên dijî derbeyê kirin, di êrîşê de 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwanê) li Qahireyê herêma Şobrayê hîn çalakvan civiyan. Çalakvanan ji bo ku piştrigiyê bidin çalakvanên qada Rabîatul Adewiyeyê li ser cadeya Salah Salîm dest bi meşê kir. Lê kesên çekdar yên ku ji wan re dibêjin "Bivirdar" êrîşî çalakvanan kirin. Di êrîşê de 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din "bivirdaran" dîsa li Qahireyê êrîşî kesên li ber Qesra Serokomariyê dijî derbeyê çalakî li dar dixistin kirin û herî kêm 20 kes birîndar bûn.
Wezareta Karên Hundir ya Misrê ragihand ku li Midûriyeta Ewlehiyê ya Mansurayê êrîşeke bibombe hat kirin û di nav de 12 polês bi tevahî 19 kes birîndar bûn. Piştî êrîşê di bîna û wesayîtên li der û dora binayê de xisar çêbû. Polêsên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên nêzîk.