BEYRUD
Mîqatî li paytext Beyrûdê beşdarî fitareke saziyên alikariyê ya civatî bû û li wir wiha axivî. Mîqatî YEyê rexne kir û wiha got: "Hikûmeta Lûbnanê vê biryarê qebûl nake. Di hevdîtinên me yên ku bi welatên YEyê re, emê hewl bidin ku bila ew dîsa li ser vê biryarê bisekinin. Em ne bendê bûn ku dê biryareke wiha, ya ku zirarê bide gelê Lûbnanê bê dayîn. Lûbnan hewl dide ku welatên ereb û yên din ve her tim pêwendiyên baş bidomîne."
Mîqatî herî dawîn got ku dijminê Lûbnanê yê tekane Îsraîl e.