06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm kir.

Di hevdîtina ku li bajorêkê Seleheddînê bi rêva çû da, Sekreterê Mekteba Siyasî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî jî amede bû.
Li gorî agahiyan di hevdîtinê da serdana şanda bilinda Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê ya bi Serokayetiya Seyîd Emmar Hekîm ya Herêma Kurdistanê hat nirxandin.
Her wiha behsa wan pirsgirêk û kêşeyên ku li pêvajoya siyasiya Iraqê da hene hat kirin û pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî hat nirxandin.