2015 ж. 18 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 19 қараша
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Arîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Bîden telefonî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî kir û ji ber ku hêzên pêşmergeyan Şingala navçeya Mûsilê rizgar kir, ew pîroz kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya HKIyê hat dayîn Bîden telefonî Barzanî kir û ji ber ku hêzên pêşmergeyan Şingala navçeya Mûsilê ji destê DAEŞa rêxistina terorê rizgar kir, ew pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Li hember wêrekî û qehremaniya ku pêşmergeyan dijî terorîstan nîşan da, heyran ma."
Dan zanîn Bîden dubare kir ku dê piştgiriya DYAyê ya ji bo pêşmergeyan berdewam bike û destnîşan kir dibe ku xebata hevseng û hevkarî bêtir xurt bibe û berdewam bike.
Pêşmergeyên hêzên çekdar ên HKIyê navçeya Şingalê ya ku piranî kurdên êzdî wir dijîn û ji 3yê tebaxa 2014an pê ve di destê DAEŞa rêxistina terorê de ye, bi piştgiriya hewayî ya balafirên girêdayî koalîsyonê di 13ê sermawezê de paş ve sitandin û herêmê ji rêxistinê paqij kiribûn.