06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
BAB
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad ji bo ku Babê ji DEAŞa rêxistina terorê xelas bikin Operasyona Mertalê Feratê didomînin, lê mebest ew e ku zirar negihîje sivîlan.
TSK û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) operasyona ku 24ê tebaxê da li navçeya Babê dest pê kir, didomînin.
Di operasyona Babê da tişta herî dijwar ew e ku DEAŞa rêxistina terorê sivîlan li dijî TSK û ASAyê wek mertalê zindî bi kar tîne.
Li gor daneyên fermî beriya şer 64 hezar nifûsa Babê hebû û hê jî deh hezaran kes lê dijîn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji herêmê didin, rêxistinê baregehên xwe li nav taxên ku sivîl lê dijîn ava kirine.
TSK û Artêşa Sûriyeyê ya Azad beriya ku li hedefên DEAŞê bixin, lêkolînê dikin ku li herêmê sivîl hene an na.
Li gor agahiya TSKyê, li navenda navçeyê DEAŞ binê mizgeftekê û nexweşxaneyekê wek baregeh bi kar tîne. Her çiqas ev agahî bê zanîn jî êrîşî li vir nehat kirin.
TSK û OSO şûna ku bilez û bez bikeve navenda navçeyê, ji bo ku hêza terorîstan têk bibin der û dora Babê dorpeç kirin.
Di operasyonê de hewl tê dayîn ku rêya terorîstan bi der û dora wan re bê birîn û hêza wan kêm bibe.
Armanc ew e ku bi vî awayî heya ku ji dest were li navendê bi DEAŞê ra nekevin pevçûnan da ku zirar negihîje sivîlan.
Vêga navenda Babê ji hêla bakur, rojava û rojhilatê va tê dorpêçkirin.
Di Operasyona Mertalê Feratê da mesafeya ku unsûrên TSK û ASAyê ji sînorê Tirkiyeyê berjêrî nava axa Sûriyeyê bûn, gihîşt 35,1 kilomêtroyî.
Mertalê Feratê ku xeta Azez-Cerablusê ji rêxistina terorê DEAŞ û PYD/PKKyê paqij kir, di meha berfanbarê da li ser Babê fokûs bibû. Di operasyonê da heya niha 24 deverên xwecihî yên di nava sînorê navçeyê da ji DEAŞê hatin paqijkirin.
Hêzên ASAyê yên ku TSK piştevaniya wan dike, niha di navbera wan û navenda Babê da kilomêtroyek maye. Ji hêlê din va jî mesafeya wan û navendê 2 an jî 3 kilomêtro ye.