07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ANKARA
Herekata Mertalê Feratê ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê tê meşandin di 168emîn rojî de berdewam e. 203 armancên DEAŞê li bakurê Sûriyê hatin bomberdûman kirin. Di pevçûn û herekatên asmanî de 21 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Artêşa Tirkiyê operasyona li ser rêxistina terorî DEAŞê li bakurê Sûriyê didomîne. Herekat 24ê Tebaxa 2016an ji bo berterefkirina tehdîda terorîstan, bihêzkirina ewlehiya sînor û piştgiriya hêzên koalîsyonê destpê kir.
Di roja 168emîn de jî 203 armancên DEAŞê hatin bomberdûman kirin û hewîngeh, mewziyên parastinê, tesîsên kontrola birêvebirinê, çek û amûrên teqemeniyê hatin hedefgirtin.
Li herêma El Bab û Bzagehê 65 hedefê DEAŞê û 64 avahiyên ku ji bo hewînê bikar dianî û 1 wasiteyek hatin îmhekirin.
Herwiha di pevçûn û operasyonên nava rojê de terorîstên DEAŞê hatin kuştin.
Di herekatê de heta niha 3 hezar û 719 teqemeniyên destî û 57 mayin bikontrol hatin îmhekirin.