Türkan Tosun
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
TEHRAN
Serokê Îranê Elî Xamaney daxuyand ku ew dijî referanduma perçekirina Iraqê ye.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê ÎRNAyê Xamaney dema ku bi Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî ra hat bal hev got ew dijî referanduma Iraqê ye.
Xamaney got ew yekîtiya axa Iraqê diparêzin û girîngiyê didin pêwendiyên herdu welatan.
Îbadî jî got ew dixwazin pêwendiyên bi Îranê re pêşva bibin.
Serokwezîr Îbadî û Serokomar Hesen Ruhanî hatin bal hev.
Îbadî piştî ziyareta xwe ya Îranê wê here Kuweytê.