Nihat Kavşut
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
ÎSLAMABAD
Hat ragihandin Pakistanê balafira bêmirov (ÎHA) ya Îranê anî xwarê.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Pakistanê da derketin balafira şer a Hêzên Esmanî ya Pakistanê li rojavayê başûrê welêt li eyaleta Belûcistanê balafira bêmirov (ÎHA) ya Îranê anî xwarê.
Hat destnîşankirin ÎHA ketiye qada esmanî ya Pakistanê.
Hêzên Esmanî ya Pakistanê hê der barê mijarê da daxuyanî nedaye.