Ahmet Aydın
03 Îlon 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
BEXDA
Li Iraqê di rûniştina ku piştî hilbijartina giştî ya 12 gulanê hat lidarxistin de, bi sedema lihevnekirinên li ser koalisyona mezin a parlementoyî, serokparlemanê nû nehat hilbijartin.
Mihemed Elî Zeyniyê ku bi sifetê endamê herî temenmezin parlementoyê bi rê ve dibe bi sedema girjiya siyasî rûniştin bo sibehê bi paş xist.
Herçiqas di destûrê de tune ye jî li Iraqê serokparlemen ji Erebên Sunnî, serokomar ji Kurdan û serokwezîr jî Erebên Şîî tê hilbijartin.
Hat ragihandin ku herwekî çawa Şîiyan di mijara serokwezîrtiyê de li hev nekirine, Sunnî di ji bo serokparlemeniyê û kurd jî ji bo serokomariyê li ser navekî nebûne yekra.