Elif Orhan
2017 ж. 21 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 22 қыркүйек
NEW YORK
Hevdîtina ku Serokomar Erdogan li Otêla Lotte New Yorkê bi Trumpê Serokê DYAyê re bi qasî saetekî kir bi saeta Tirkiyeyê saet 23.15an de xilas bû.

Serokomar Erdogan di beşa ji bo çapemeniyê vekirî ya hevdîtina bi Donald Trumpê Serokdewletê DYAyê re de got ku "Ez bawerim ku em ê derfet bibînin ku hem li ser têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê hem jî li ser geşedanên herêmî û mijarên din ên li dinyayê bisekinin. Ez jî ji ber ku me ev derfet bi dest xist bi taybetî gelek gelek spasiya wan dikim."
Serokomar Erdoganê ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 72yemîn li New Yorka bajarê DYAyê ye têkiliyên xwe yên rû bi rû berdewam dike.
Erdogan di vê çarçoveyê de li Otêla Lotte New York Palaceyê bi Serokê DYAyê Donald Trump re hat bal hev. Erdogan û Trump di beşa ji bo çapemeniyê ya hevdîtina xwe de daxuyanî dan çapemeniyê.
- "Em ê derfet bibînin ku li ser têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê bisekinin"
Serokomar Erdogan bi gotinên "Li Amerîkaya ku em ji ber Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî lê ne bi dostê min ê ezîz Donald re îro hevdîtineke nav heyetan û rûbirû bikin" dest bi axaftina xwe kir.
Erdogan got ez bawerim ku em ê derfet bibînin ku hem li ser têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê hem jî li ser geşedanên herêmî û mijarên din ên li dinyayê bisekinin. û wiha axivî: "Ez jî ji ber ku me ev derfet bi dest xist bi taybetî gelek gelek spasiya wan dikim."
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Balyozê Tirkiyeyê yê li Washîngtonê Serdar Kiliç, Nûnerê Daimî yê Tirkiyeyê yê li NYyê Ferîdûn Sînîrlîoglu û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin beşdarî hevdîtinê bûn.
Hevdîtina ku Trumpê Serokê DYAyê jî daxuyaniyeke kurt da dewam dike.