Elif Orhan
2017 ж. 22 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 22 қыркүйек
NEW YORK
Hevdîtina ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Otêla Lotte New Yorkê bi Donald Trumpê Serokê DYAyê re bi qasî saetekî kir bi saeta Tirkiyeyê saet 23.15an de xilas bû.
Serokomar Erdoganê ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 72yemîn li New Yorka bajarê DYAyê ye têkiliyên xwe yên rû bi rû berdewam dike.
Erdogan di vê çarçoveyê de li Otêla Lotte New York Palaceyê bi Serokê DYAyê Donald Trump re hat bal hev.
Hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin bi qasî saetekî berdewam kir.
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Balyozê Tirkiyeyê yê li Washîngtonê Serdar Kiliç, Nûnerê Daimî yê Tirkiyeyê yê li NYyê Ferîdûn Sînîrlîoglu û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Trump beriya hevdîtina di navbera heyetan de û ya rûbirû daxuyaniyeke kurt dabûn rojnamevanên tirk û biyanî.