Elif Orhan
2017 ж. 21 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 22 қыркүйек
HEWLÊR
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku hêj pêşniyazeke ku şûna referandûma 25ê îlonê bikare bigire nehatiye û heta ku ji bo serxwebûnê temînata tam neyê dayîn dê referandûm neyê taloqkirin.
Hat diyarkirin ku Komîsyona Bilind a Referandûmê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li avahiya serokatiyê ya li Selahaddîna (Pîrmam) bajaroka Hewlêrê civiya.
Komîsyonê piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tu pêşniyazên ku bikare şûna referandûma 25ê îlonê bigire nehatiye û wext jî nema. Heke ku ji bo serxwebûna Kurdistanê temînata tam neyê dayîn dê referandûm di 25ê îlonê de bê kirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Biryar hat dayîn ku bi Bexdayê re bi her awayî deriyê diyalogê vekirî bê hiştin û maweya hewcedar bê dayîn."
Di daxuyaniyê de her wiha agahiya ji bo ku helwesta wan (a di warê referandûmê de) tam diyar bibe dê roja şemiyê ji Hewlêrê heyetek li Bexdayê têkiliyan dane.