Nûçeyên analîzê

Gelo HKI dikare çiqas bi pirsgirêka xwe ya PKKyê ra rû bi rû bimîne?

Bekir Aydoğan, Mehmet Alaca  | 15.06.2021 - Rojanekırın : 16.06.2021
Gelo HKI dikare çiqas bi pirsgirêka xwe ya PKKyê ra rû bi rû bimîne?

Istanbul

 Di van rojên ku PKKya rêxistina terorê êrîşên xwe yên dijî hêzên Pêşmergeyan ên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) zêde kiriye da her ku diçe rayedarên HKIyê dijî rêxistinê daxuyaniyên tundtir didin. Ji hêla din va tê gotin ku sedema bingehîn a êrîşên PKKyê yên li HKIyê operasyonên ku Tirkiye li bakurê Iraqê dike derdikeve holê. PKK nahêle ku kêmzêde 800 gundên ku li HKIyê dagir kiriye ji nû va bên vesazkirin, dijî pêşmerge, polês û sivîlan çalakiyên kuştin û revandinê dike, helw dide ku hebûna xwe ya li Şingalê konsolîde bike, protestoyên li HKIyê yên dijî hikûmetê ji bo şîdetê teşwîq dike û bi sabotajên xwe yên dijî xetên vejenê yên li HKIyê hewl dide zirarê bide aboriya herêmê. Dema mirov çalakiyên piralî yên PKKyê yên dijî Kurdên Iraqê bi bîr tîne pêwendî danîna di navbera çalakiyên PKKyê yên li HKIyê û operasyonên Tirkiyeyê da ya rast rêya wê yekê ye ku HKI bi rûbirû mayîna bi pirsgirêka xwe ya PKKyê ya ku çendî salan hember wê deng nake bireve. Ev rewşa nedîtinê pêkan e ku li herêmê bibe sedema bêîstiqrariyeke dibe ku li herêmê çendî salan dewam bike û dibe ku ji bo midaxeleyên derva yên mayînde jî derî veke.

- Pirgirêka PKKyê ya HKIyê

Dema mirov li Herêma Kurdistanê li paşxaneya têkiliyên rageşî û bi pevçûn ên ji bilî têkiliyên konjonkturel ên demkurt ên ku ji hêla dîrokî va dem kurt in yên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku navend Hewlêr e û ji hêla malbata Barzanî va tê birêvabirin û PKKyê da dinêhire tê dîtin ku PKK li her erdnîgariya ku Kurd lê hene sazûmanên ji xeynî xwe nas nake û di nav lêgerîna hegemonyaya mutleq û serokatiyê da ye û hewl dide ku vê yekê li HKIyê jî bike. Piştî dagiriya 2003yan a Amerîkayê HKIyê di Destûra Bingehîn a Iraqê ya 2005an da statuyeke qanûnî bi dest xist û ji hêla din va rêxistin vê yekê ji bo peydakirina elemanan û baregehên xwe yên ku ji wir çalakiyên terorê dibe ser welatên cîran wekî tehdîdekê dibîne. Dîsa di nav hedefên bingehîn ên PKKyê da ye ku zirarê bide desthilatdariya birêvebiriya HKIyê û hewl dide li van deran bibe aktorekî alternatîf û projeyên kanton ên li bakurê Sûriyeyê bikêşe bakurê Iraqê jî.

PKKyê di "Belgeya Helwesta Siyasî" ya ku di sala 2013an da ragihand armanc dike ku li HKIyê bibe aktorekî alternatîf û Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê yê berê û serokê PDKyê bi "dîktatoriyê" PDKyê jî bi "hevkariya bi DEAŞê" ra sûcdar kir û piştî ku DEAŞa rêxostina terorê di tebaxa 2014an da êrîşî Şingala navçeya Mûsilê kir bi gotina "Hêzên Pêşmergeyan hember êrîşa DEAŞê Êzdî tenê hiştin" li herêmê bi cî bû. PKKya ku li bakurê Sûriyeyê li cihên ku rejimê vala kir kanton ava kirin ji bo ku li bakurê Iraqê jî belav bike ji ser sazûmana xwe ya bi navê "Meclisa Avakirina Şingalê" di rêbendana 2015an da li herêmê "kanton" îlan kir.

PKKyê ji ser milîtanên herêmî yên tê zanîn ku bi milîsên alîgirên Îranê yên bin banê Heşdî Şabiyê da ne ra têkliyên wan ên nêz hene û mehaneyên xwe ji HEşdî Şabiyê distînin û çekên ku Amerîkayê li bakurê Iraqê dane YPGyê li bakurê Iraqê çalakiyên terorê yên dijî birêvebiriya Herêma Kurdistanê zêde kirin. Herwiha Serbest Lezgînê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê HKIyê diyar kir ku PKK/YPGyê şeva 15ê kanûna pêşîn a 2020an ji ser sînorê Sûriyeyê bi çekên giran êrîşî hêzên pêşmergeyan kir û got ku hêzên koalîsyona navneteweyî ya bin serkêşiya Amerîkayê da çendî sal in di bin navê têkoşîna dijî DEAŞê da çek û alîkariyên cuda dide rêxistinê. Ev daxuyaniya Lezgîn ji ber ku birêvebiriya Hewlêrê destnîşan kir ku çekên Amerîkayê dan PKKyê dijî Pêşmergeyan tê emilandin girîng e.

Ji hêla din va PKKya ku ji peymana Bexda-Hewlêrê ya di 9ê cotmeha 2020an da ji bo ku dawî li hebûna PKKyê ya li Şingalê bînin hat îmzekirin aciz e ji bo ku balê ji Şingala ku bi milîsên Îran piştgiriyê dide wan ra lê bi cî bûye bikşîne aliyekî din û li HKIya ji bo tetbîqkirina peymanê tehdeyê dike bêîstiqrariyê derxîne holê bi taybetî piştî peymanê êrîşên xwe yên dijî pêşmergeî polês û sivîlên girêdayî birêvebiruya Hewlêrê zêde kirin.

- HKI divê çi bike?

HKIyê nekarî ku PKKyê ji herêmên ku çendî sal e ji herêmên li bakurê Iraqê yên ku di êrîşên dijî Tirkiye û Îranê da wekî baregeh diemilîne dûr bixe. Herwiha tê dîtin ji ber ku di êrîşên ku ji ser van baregeh û gundên dagirkirî tên kirin da gelek pêşmerge, polês û sivîl tên kuştin HKI gelek caran bi PKKyê ra pev diçe û bi rêxistinê ra hatiye ber deriyê pevçûneke dem dirêj. Herwiha PKK rayedar û pêşmergeyên HKIyê yên hewl didin ku xizmetê bibin herêmên bin kontrola PKKyê dyan jî ji bo şikandina bandoa rêxistinê herêmên navborî dibin hedef digire. Tê dîtin ku PKKya rêxistina terorê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û desthilatdariya wê nas nake û hewl dide qadên ku dagir kiriye biparêze-berfireh bike, ji van deran êrîşî welatên cîran bike û bi êrîşên xwe yên piralî va dixwaze ku HKIya ku dijî vê yekê derdikeve ji hêla eskerî, siyasî û aborî va bêîstiqrar bike. Hatibû îdiakirin ku di berfirehkirin û guherîna şidetê ya protestoyên ku di kanûna pêşîn a 2020an da li Silêmaniyê wek dijberê hikûmetê dest pê kirin û guherîn dijberiya PDK û malbata Barzanî da rola PKKyê çêbûye. Dîsa hatibû eşkerekirin ku êrîşa ku PKKyê di dawiya sala 2020an da bir ser xeta boriya neftê biqasî 100 milyon dolarî zirar daye hikûmeta HKIyê.

HKIyê tehdîda ku PKKyê li herêmê çendî sal e ji bo Kurêdn Iraqê derxistibû holê rast nenirxand û ji ber ku di rabirdûyê da ji bo dawîlêanîna hebûna PKKyê ya li heêrmê pêngavên hewce neavêtin tê dîtin ku rêxistinê li cihên ku dagir kiriye hatiye pozîsyoneke wisa ku dijî birêvebiriya Hewlêrê heq îdia dike. Bi taybetî PKK êdî ji ber ekîpmanên xwe yên eskerî yên ku li bakurê Sûriyeyê bi têkiliyên xwe yên Amerîkayê ra li Şingalê jî bi têkiliyên xwe yên bi Heşdî Şabiyê ra bi dest xistin va jî ji bo pêşmergeyan bû pirsgirêkeke mezintir.

Ji hêla din va digel hebûna PKKyê ya li bakurê Iraq û çalakiyên terorê ji ber operasyonên Tirkiye û Îranê yên dijî rêxistinê yên ji ber hiqûqa navneteweyî derdikevin holê HKIyê dît ku dê li herêmê nekare ku desthilatdariya mutleq pêk bîne û mirov dikare bibêje ku HKI dinirxîne ku ji bo ji wan deran derxistina PKKya ku li Tirkiyeyê qabîliyeta wê ya çalakiyê hat sînordarkirin û bi operasyonên li bakurê Iraqê jî gelek endamên wê hatin kuştin ji herêmê bê derxistin wextê herî ras te. HKI ji ber vê yekê pêşmerge û hêzên xwe yên taybet sewqî herêmên bin dagirkeriya PKKyê da dike û mirov dikare bibêje ku dê HKI di heyama pêş me da bi rêxistinê ra bikeve pevçûnên demdirêjtir yan jî ji bo ku ji vê yekê bireve dê tehamûlê hebûn û çalakiyên PKKyê bike.

Bi operasyonên berwext ên li herêmê yên Tirkiyeyê ra têkildarkirina êrîşên PKKyê yên li HKIyê yên ku ji hêla dîrokî û îdeolojîk va pê ra di nav pevçûnê da ye û li serê îdiaya heqê dike û bû sedema mirina bi dehan pêşmerge, polês, karmend û sivîlan dibe ku bibe sedem ku hebûn û nîzama ku rêxistin çendî sal e hewl dide ku li HKIyê ava bike tune bihesibînin lewra jî HKI çareserkirina pirsgirêka xwe ya PKKyê paş bixe. Rayedarên HKIyê dibêjin ku hebûna eskerî ya li bakurê Iraqê ji ber hebûna PKKyê ya li van deran e lêbelê divê li herêmê tu hêzên biyanî tunebin û ji bo çareseriain pirsgirêka xwe ya PKKyê divê dijî rêxistinê hem bi Iraq hem bi Tirkiye û hem jî Îranê ra bikeve nav hevkariyeke xurttir. Herwiha dibe ku birêvebiriya Hewlêrê çalakiyên PKKyê yên dijî hêzên ewlehiyê yên qanûnî yên HKIyê û sivîlan wekî fealiyetên terorê binirxîne û ji bo ku rêxistin li Iraqê wek rêxistina terorê bê qebûlkirin li ba hikûmeta Iraq û Neteweyên Yekbûyî teşebûsan bide destpêkirin û dijî rêxistinê zextê bike. Lêbelê heke di serî da PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hemû partiyên siyasî yên navend Hewlêr û Silêmanî dijî PKKyê hevpar tevnegerin û HKI bi pirsgirêka xwe ya PKKyê ra rû bi rû nemîne dibe ku gotina desthiltdariyê ya birêvebiriya Hewlêrê û ewledariya pêşmergeyan a li ba gel zirarê bibîne. Herwiha heke bi vê pirsgirêkê ra rû bi rû nebin dibe ku çalakiyên bêîstiqrarker ên li herêmê yên PKKyê dewam bikin û midaxaleyên ji derva yên ku welatên cîran ji bo pêkanîna ewlehiya xwe ya navxweyî dijî PKKyê dikin mayînde bibin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.