23 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2023
İSTANBUL
Dan zanîn ku di hevdîtina di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Joe Bîdenê Arîkarê Serokê DYAyê de digel têkiliyên du alî di serî de Sûriye û Iraq li ser mijarên herêmî sekinîn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Koşka Mabeynê ya li Qesra Yildizê Joe Bîdenê Arîkarê Serokê DYAyê qebûl kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin di hevdîtinê de digel têkiliyên dualî di serî de Sûriye û Iraq li ser mijarên herêmî sekinîn.
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan kêfxweşiya xwe ya ji ber piştgiriya ku birêvebiriya DYAyê der barê êrîşên terorê yên Stenbol û Diyarbekirê de nîşan da anî ziman û destnîşan kir girîng e ku di mijara têkoşîna bi terorê re de raya giştî baş bê agahdarkirin û peyam rast bên dayîn.
Serokomar Erdogan bi bîr xist ku ji rayedarên welatên mitefîk di vê mijarê de hesasiyetê dixwazin û destnîşan kirin ku divê ji gotin û helwestên ku piştgiriyê didin kesên hewl didin ku şeht li biryardariya Tirkiyeyê ya di mijara têkoşîna bi terorê re bidin dûr bisekinin.
Erdogan qal kir ku Tirkiye wekî DYAyê welatekî hiqûqê ye û hat diyarkirin balkişandiye ku mirov nikare propagandaya rêxistina terorê û dayîna daxuyaniyên ku piştgiriyê didin çalakiyên terorê di nav çarçoveya azadiya fikran de binirxîne.
Di hevdîtinê de hat dubarekirin ku Tirkiye di navbera rêxistinên terorê yên wekî DAEŞ, PKK, El Qaîde, DHKP-Cyê de tu ferqê nabîne û PYD û YPGyê jî wekî rêxistina terorê dibîne.
Aliyan destnîşan kirin ku li Sûriyeyê heyameke gelekî krîtîk heye û di mijara gelo ji bo avakirina hikûmeta boranê de dikarin çi bikin nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Hat gotin ku Tirkiye di mijara têkoşîna bi DAEŞê re de ji serî ve her cure piştgiriyê da koalîsyona navneteweyî, beşdarî operasyonên leşkerî bû, piştgiriya ku hewce dikir da.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bêîstiqrariya li Iraqê ji bo rêxistinên terorê yên wekî DAEŞ û PKKyê bingeh ava dike û qal kir ji bo ku welatên navborî ji terorê bê paqijkiin piştî Ramadiyê divê ji bo Fellûce û Mûsilê hewl bê dayîn.
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan bi bîr xist ku fealiyetên Tirkiyeyê yên li Başîkayê jî ji bo perwerdekirina hêzên herêmî ye.
Dan zanîn ku Joe Bîdenê Arîkarê Serokê DYAyê jî got di mijara têkoşîna bi terorê re de digel Tirkiyeyê cî digirin û destnîşan kir ku PKKyê jî wekî rêxistina terorê dibînin. Bîden got ku di mijara ku destê arîkariyê bişînin penaberên Sûriyeyê de tiştên ku Tirkiye dike pîroz dikin.
Di hevdîtinê de hat gotin ku di dawiya meha adarê de bi wesîleya Zîrveya Ewlehiyê ya Nukleer dê Serokomar Erdogan û Barack Obamayê Serokê DYAyê li Washingtonê hevdîtin bikin û hat gotin ku di navbera her du welatan de ji bo ku nêrînên payebilind bi hev re parve bikin dê firsendek çêbe.