Zeynep Katre Oran
04 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2024
Serokdewletê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol diyar kir biryar dar ku dawî li birêvebiriya awerte ya ku bi hinceta mixalefet tevî "aktîvîteyên dijî dewletê" bûne îlan kiribû, bîne.
Li gor nûçeya Yonhapê Yoon da zanîn ku ji bo ku bi awayekî fermî biryara birêvebiriya awerte ya ku biqasî 5 saetan di meriyetê da ma rakin li bendê ne ku endamên kabîneyê bicive û demildest piştî civînê dê birêvebiriya awerta biqede.
Yoon herwiha got piştî ku pêşnûmaya dixwest ku dawî li birêvebiriya awerte bê di dengdayîna li Meclisa Neteweyî da hat qebûlkirin yekîneyên birêvebiriya awerte ji kampusa meclisê vekişiyan.