ERBÎL
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn, li Hewlêrê Kampa Kevirgosik ya ku tê de penaberên sûriyeyê dimînin, ziyaret kir.
Ban Kî-mûn û lijneya bi wî re di bin tevdirên mezin yên ewlehiyê de hatin Kampa Kevirgosik ya 30 kîlometre dûrî Hewlêrê. Ban ji ber ku li kampê herî hebû gizmeyên zer li pê kirin. Penaberan bi kevokên spî û pifikan pêşwaziya Ban kir. Ban kampa ku 12 hezar kes li wir dimîne geriya û daxwazên malbatekê ku bi wan re axivî, wek nîşe girt. Ban bi kurdî spasiya keçika biçûk ya ku jê re helbest xwend, kir û pêşangeha wêneyan a li kampê jî geriya.
Ban Kî-mûn pişt re civîna çapemeniyê li dar xist û di serê axaftina xwe de bi kurdî silav da û spas kir.
Ban got ji bo ku piştgiriyê bide penaberên sûriyeyî, li ser navê NYyê hat kampê û diyar kir ku dîmenên ku li kampê dîtin, bêhna wî teng kirin. Ban got ku "Min malbateke ku du zarokên wan hene û di kon de dijîn, ziyaret kir. Tiştên ku hatine serê wan dilê min sot. Ev malbat dixwazin ku di nav şert û mercên çêtir de bijîn. Lê niha ji dahatûya xwe ewle nînin. Bi awayekî bi fikar disekinin. Hewceyiya van mirovan bi aştiyê heye."
Ban Kî-mûn got ku "Ez ji dil spasiya rayedarên Kurdistanê dikim. Ji ber ku penaberên sûriyeyî kirin mêvanên xwe, ez wan pîroz dikim. Hikûmeta Kurdistanê gelek kampên wekî vê kampê amade kir, destê wan sax be." Ban Kî-mûn da zanîn ku dê arîkariya saziyên civaka sivîl ya ku arîkariya mirovahiyê dibin herêmê, bikin. Ban diyar kir ku dê arîkariya tenduristiyê, ya perwerde û konan bidin penaberên ku li kampên Herêma Kurdistanê dimînin. Ban wiha axivî: "Ez dê ji bo ku piştgiriya civaka navneteweyî bigirim, sibê beşdarî civîna arîkariya ya ku dê li Qûweytê bê lidarxistin bim. Em ê hefteya bê jî konferansa aştiyê ya navneteweyî li dar bixin. Em ê li wir jî li ser rewşa penaberên sûriyeyî bisekinin. Ez kêfxweş im. Ez wisa bawer dikim ku bi taybetî dê civaka navneteweyî jî piştgiriyê bide penaberan. Em ê wek NY ji bo ku penaber bikarin cardin vegerin welatê xwe, arîkariyên xwe berdewam bikin. Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin."
Ban Kî-mûn da zanîn ku di çarçoveya têkiliyên li Hewlêrê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir, piştî ziyareta kampê dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bê bal hev."
- Ji bo penaberan 42 milyon dolar arîkarî
Komîserê Bilind yê Penaberan yê NYyê Antonîo Gûterres jî got ku ji bo penaberên ku li Herêma Kurdistanê dimînin, dê 42 milyon dolar arîkariyê bidin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê (HK) Kerîm Sîncarî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û Berpirsyarê Karên Derve yê HKê Dîndar Zebarî di serdana kampê de hevaliya Ban Kî-mûn kirin.