BEXDA
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî re hat bal hev.
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Iraqê bi Malikî re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xist. Ban di civînê de ji bo ku deriyên xwe ji penaberên sûriyeyî re vekirin spasiya hikûmeta Iraqê kir.
Ban diyar kir ku di hevdîna bi Malikî re de li ser rûdanên dawîn û hilbijartinên ku dê meha nîsanê de bên kirin, sekinîn. Ban got ku "ji bo ku hêviyên gelê Iraqê bi cî bên, hilbijartin derfetek e."
Malikî jî bal kişand li ser rewşa Sûriyeyê û got ku "Em di qeyrana Sûriyeyê de piştgiriyê didin çareseriya aştîxwaz. Em jî di mijara ku yekane rêya çareseriya qeyranê Konferansa Cenevre-2 ye, de wekî Ban difikirin. Bereksê vê yekê dê bibe xetereyeke wisa ku tenê bandorî Sûriyeyê nake, dê bandorê li ser hemû Rojhilata navîn bike."
Der barê bernameya ziyareta Ban ku ji bo têkiliyên fermî çû Iraqê de tu agahî nehat dayîn.