JOHANNESBURG
Hat ragîhandin ku rewşa tendurîstiya Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr ê berê Nelson Mandelayê ku ji ber enfeksiyaona pişikê ev du heftene li nexweşxaneyê tedawî dibe, dîsa xira bûye.
Serokê Dewletê Jacop Zuma di daxuyaniya xwe de got ku rewşa Mandelayê 94 salî kritîk e. Zuma destnîşan kir ku bijîşk çi ji destên wan tê dikin û bangî gel kir ku ji bo Mandela dia bikin.
Mandele ji ber enfeksiyona pişikê di 27ê Adarê de rakiribûne nexweşxanê û di 6ê Nîsanê de ji nexweşxaneyê derketibû. Mandelayê ku tedawiya wî li mal dihat kirin, aciz bû û di 8ê Hezîranê de dîsa rakirin nexweşxaneyê.
Xwediyê xelata Nobelê Mandela, yekem car bi hilbijartineke demokratîk hatibû serê Dewlata Afrîkaya Başûr û ji meha çiriya paşîn heta niha 4 caran li nexweşxanê raza.