BEXDA
Li Ramadiya navenda El Enbarê êriş li mala polêsekî kirin. Hat ragihandin ku di êrîşa bi bombe de 10 kes mirin. 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyen ji ewlehiyê hatine bi dest xistin, êrişa bi bombe li mala polês Salah Esvedê ku di Midûretiya Tekoşîna bi Terorê re dixebite, kirin.
Piştî civîna gel a li cihê bûyerê teqîna duyemîn çêbû. Di teqînê de 10 kes mirin, 8 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de zarok û pîr jî hene.
Ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe. Hat ragihandin ku ji bo zirar zêde bibe parçeyên hesinên biçûk xistine di nêv bimbeya bi dest çêkirî.
Di êrişa ku îro li bajara Bakubayê hatibû kirin de jî 12 kes mirîbûn û 33 kes jî birîndar bibûn.