DIYALA
Li Bakubaya bajarê Diyalayê êrîş birin ser konê şînê. Di êrîşê de 16 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat girtin, li herêma Buhrîza Bakubayê bombeya ku danîbûn çadira şînê ya eşîra "El Mecmeiyyeyê" teqiya.
Di bûyerê de 16 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.