BEXDA
Li Bakûba û Kerkukê bi çek êrîş hat kirin. Di êrîşê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê girt, aliyê kesên ku nasnameyên wan nediyar in, li Bakûbayê avêtin li ser malekê û di encamê de dê û bav mirin, her du keçikên wan jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve di êrîşa biçek a Kerkûka li bakûrê Iraqê hat zanîn ku efserê bi navê Barzan Mûhammed ku li Midûriyeta Polêsên Kerkûkê peywirdar bû, birîndar bû.