DIYALA
Li bajarê Bakûbaya Iraqê bi topa hawanê êrîş hat kirin, 8 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji nexweşxaneyê hatin hildan, li gundê el-Mola Cewadê ser rêbeja ku Bakûba û el-Mîqdadiyeyê bi hev du ve girê dide bi hawanê êrîş hat kirin. Di êrîşê de jin û zarok jî di nav de ji heman malbatê 6, bi tevahî 8 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de hin xanî hilweşiyan û di gelek xaniyan de jî xisar pêk hat.