DAWOS
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry diyar kir ku heta ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Esed li ser wezîfeya xwe bimîne mixalif dev ji şer bernadin.
Kerry di di civîna Foruma Aboriyê ya Dinyayê a ku li bajarê Dawosa Swîsreyê hat lidarxistin de axivî û wiha got:
"Ez ji we re bêjim çima di Sûriyeya dahatû de cihê Esed tune: Berî her tiştî ji ber xerabkirina welatê xwe nikare bimîne. Ewî bi fuzeyên scudê ve bijîşk û xwendekarên zanîngehê kuşt. Ewî bi şev di xewê de malbat, zarok, jin û pîr bi çekên kîmyewî ve kuşt. Ewî guh neda hiqûqa şer, li ser sivîlan de top û bombeyên warîlê barand."