QAHÎRE
Li Misrê derbe hatibû kirin û li dijî wê jî çalakî tên lidarxistin. Di çalakiyan ku tên kirin de hejmara miriyan derket 24 kesan.
Çalakiyên li dijî derbeyê bi banga Tevgera Îttifaqa Neteweyî ya ji bo Redkirina Derbeyê û Piştgiriya Meşrûiyetê tên lidarxistin. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin hildan hejmara kesên ku di çalakiyan de ji ber mudaxeleya hêzên ewlekariyê mirin bû 24. Kesên agahî dan destnîşan kirin ku di çalakiyên li bajarên Ben Sûweyf, Mînye, Feyyûm, Îskenderiye, Dîmyat, Îsmaîliyye, Gîza, Deltaya Nîlê, Helwan û El-Bûhayrayê hejmara kesên ku mirin bû 24 û 58 kes jî birîndar bûn.