DIYARBAKIR
Ji Nexweşxaneya Memorîal a Diyarbekre Doktora pispor Işil Turan, diyar kir ku ji bo meriv xwe ji tesîra germê biparêze divê meriv meşrubatan baş vexwe.
Turan, bi daxuyaniyeke nivsîskî bal kişand ser germahiya tirmeh û tebaxê û destnîşan kir ku bi taybetî jî zarok û mirovên kal divê li xwe miqate bin. Turan, der barê mijarê de wiha dewam kir: " Li hemberî tesîrên neyînî yên germahiyê, vexwarina meşrubatan pir girîng e. Divê meriv cilên pembûyî û rengvekiri li xwe ke. Bi taybetî di mehên havînê de nexweşên hipertansiyonê, divê xwarinê zêde bixwê nexwin, şîr vexwin, xwarinên ji şîr, xwarinên kêmrûn yan jî bêrûn bixwin. Divê xwarinên xwe bi rûnên zeytûnê, dendikên gulan û garis çêkin. Rojê 3-4 caran fêkî û sevzeyan bixwin. Divê mutlaka xwarinên ji fasolî, nok û niskan bixwin û heta ji we bê sucuk, sosîs û salaman nexwin."
Turan dîyar kir dibe ku germahî bibe sedema hêrs û stresa zêde. Ev jî bandoreke neyînî li hevsengiya fişara xwîne dike. Lewma divê nexweşên hîpertansiyonê, xwe ji hêrs û sitresê dûr bigrin. ji ber heman sedemê divê tiştên bialkol û bi kafeîn zêde neyên xwarin û vexwarin.