ANKARA
Wezareta Karên Daristanê û Avê ragihand ku li Artvînê du kesên biyanî yên ku dixwestin derkevin derveyî welêt bi 682 perperok û 11 titûlên cur bi cur ve hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Daristan û Avê li navçeya Yusufeliyê gundê Yaylalarê welatiyekî ji bo Navenda Parastina Xwezayê lêkolînan li ser perperokan dike îxbarek kir. Li ser vê îxbarê hat dîtin ku du İîtalîyên L.L. (63) û G.G. (69) ku bi wesayita xwe ve ji Sînorê Deriyê Îpsalayê hatine Tirkiyeyê û li gundê Yaylalarê dimînin qaçacîtiyan perperokan dikin.
Peywîrdarên Parka Mîllî û Xwezayê û cendirme bi hev re hatin gund û du kesên beyanî li ser karê wan girtin.
Di lêkolînan de di nav 336 firaqan de 682 perperok û 11 tirtûl (kurmik) û gelek poşet û tiştên din hatin dîtin.
Ji bo ev her du kes li dijî Destûra Hawîrdorê ya 2872ê tevgeriyane, cezayê pereya bixwin.