Li Erdexanê hat tespîtkirin bihokên wek perperok dihatin zanîn mêş in
Pispora Entomolojiyê Prof. Dr. Feza Can: "Her çiqas bişibin perperokan jî ew bihokên cuda yên taxima Ephemeropterayê ne ku em wan wek bi navê "yekrojî" û "mêş" dizanin."
Ardahan
Li Erdexanê hat tespîtkirin ku perperokên her sal di heman heyamê da derdikevin holê ne perperok in, ew mêş in.
Ew li bajêr di dawiya meha tebaxê li qeraxê Çemê Kurayê kom dibin û ji ber ku emrê wan rojek e di nav gel da ji bo wan dibêjin "yekrojî" jî.
Pisporên entomolojiyê yên Zanîngeha Hatay Mustafa Kemalê demek berê ji bo cureyên wan ên rengspî lêkolîn dan destpêkirin.
Piştî lêkolînê hat tespîtkirin ev heywanên wek perperok tên zanîn cureyeke din a bihokan e.
Pispora Entomolojiyê û Hîndekara Makezanista Entomolojiyê ya Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Hatay Mustafa Kemalê Prof. Dr. Feza Canê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew bi salan e li ser vê cureyê xebatan dikin û hat tespîtkirin ew ne perperok in.
Can got ji ber şewba vîrusa koronayê derfet tunebû ye ku ew here Erdexanê lêkolînê bike, lê wê li ser wan cureyên ji wê ra şandine lêkolîn kiriye û wiha axivî: "Me ji Erdexanê nimûne xwestin. Dema gihîşt ber destê me me lêkolîn kir û me dît ku ew ne perperok in. Her çiqas bişibin perperokan jî ew bihokên cuda yên taxima Ephemeropterayê ne ku em wan wek bi navê "yekrojî" û "mêş" dizanin."
- Ew tenê rojekê dijîn
Can der bahê bihokan da wiha agahî da: "Ev bihok dema gir dibin tenê rojekê dijîn. Yên mê hêkên xwe li avên şêrîn û sekan dihêlin. Yên ji wan derdikevin bi mehan dikarin di nav avê da bimînin. Ewil yê nêr derdikevin û benda yên mê disekinin. Dema yên mê derdikevin ji bo nifşa wan dewam bike ew cot dibin û paşê dimirin. Yanê yên nêr tenê rojekê dijîn. Ji ber wê ji wan ra dinêjin yekrojî."
Can anî ziman ew êdî dixwazin bila ji wan ra nebêjin perperok.