Nihat Kavşut
20 Tebax 2018•Rojanekirin: 23 Tebax 2018
ARDAHAN
Perperokên li Erdexanê li ber Çemê Kûrayê hene, her sal firîna xwe ya jê ra tê gotin "firîna mirinê" dikin.
Bi hezaran perperokên li ber Çemê Kûrayê firîna xwe ya dawîn kirin û li dora lambeyên ceyranê yên li Pireya Erdexanê kom bûn.
Gorî sala berê hejmara perperokan kêm be jî perperokan li ser pireyê firîna xwe ya dawîn kirin û hişk bûn û li ser pireyê dîmenên balkêş derketin.
Ji welatiyên firîna perperokan ya dawîn temaşe kirin Kadîm Yilmaz diyar kir her sal di heman demê da firîna dawîn ya perperokan çêdibe û got her çiqas îsal hejmar kêm be jî wekî berf dibare perperok difirin.
Perperokên piştî ku larvayê xwe datînin û firîna xwe ya dawîn dikin, hişk dibin.