Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de bi 24 pileyî li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitendin, herêm di bin tesîra hulmegura bilind a Sîbîryayê de ye û li bendê ne ku li herêmê hewa ewrawî be. Li gor vê dibe ku li Erzirom, Ezircan û Agiriyê hewa bi mij be.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di bin sifirê da 24, li Agiriyê di bin sifirê da 16, li Qersê di bin sifirê da 18, li Mûşê di bin sifirê da 9, li Ezircanê di bin sifirê da 8, li Bidlîsê di bin sifirê da 13, li Hekariyê di bin sifirê de 10 li Erziromê di bin sifirê da 14, li Wanê di bin sifirê da 11, li Îdirê jî di bin sifirê da 6 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li herêmê bi roj germahiya hewayê li Îdirê 8, li Wanê 4, li Ezircanê û Qersê sifir, li Agiriyê di bin sifirê da 4, li Erdexanê di bin sifirê da 3, li Mûşê di bin sifirê de 2, li Bidlîsê de jî di bin sifirê de pileyek be.