Elif Orhan
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 13 Nîsan 2019
Kesên ku perperokên li ser berfê yên li Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku li Tirkiyeyê yek ji wan cihan e ku zivistan herî dirêj derbas dibe dîtin mat man.
Li pîstên li herêma otêlên li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeya 2 hezar û 634 mêtre bilind e û 3 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê ye perperokên li ser berfê hatin dîtin bal kişandin.

Li herêma ku germahiya hewayê heta 4 pileyî di bin sifrê da dikeve û bi qasî 80 santîmêtreyî jî berf heye. Digel ku berfa li eraziyan neheliyaye jî perperokan danî ser berfê û vê yekê jî bala welatiyan kişand.
Hat dîtin ku hin perperok dema ku li ser berfê digeriyan sermayê tesîr li wan kir.
Xebatkarê navenda kaşûnê Îdrîs Işildak daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku cara ewil e li perperokên li ser berfê digerin dibîne.

Işildak got perperok bûn sedema matmayînê û wiha axivî: "Ez li tesîsa kaşûnê dixebitîm. Me cara ewil tiştekî wiha dît. Dema ji pîstan berjêr dibin li her derê perperok hene û em heyirîn. Beriya havînê perperok dernediketin. Niha li ser berfê perperok hene."
Midûrê Çand û Daristanê Huseyîn Duzgun jî got ku ji ber germbûna hewayê çerxa perperokan dest pê kir û perperok derdikevin derva lê Qersê hewa diguhere û perperok rastî hewaya sar hatin.