AYDIN - Suat Denîz
Heke zarok zêde di bin tîrêjên rojê de bimînin dibe ku bi nexweşiya penceşêra çêrm bikevin.
Hîndekara beşa Dermatolijî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Adnan Menderes Prof. Dr. Neslîhan Şendur, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: ''Çermê zarokan li hemberî tîrêjên rojê yên bi zirar sê qatî ji çermê mezinan hesastir e.''
Şendur anî ziman ji ber ku mekanîzmaya zarokan ya parastinê hê baş nekemiliye divê zarokên ji sê salî piçûktir heya ku mimkûn be ji tavê bên parastin.
Şandur destnîşan kir ku ji sedî 80 sedema penceşêra çerm ji tîrêjên tavê pêk tê. Şandur pêşniyar kir ku ji ber vê divê malbat heya ku mejbûr nemînin di saetên germ de zarokên xwe dernexin derve. Ji bo ku malbat zarokên xwe ji vê nexweşiyê biparêzin lazim e melhemên parastinê yên çerm bi kar bînîn.
"Kesên li ber tavê dixebitin di bin xeterê de ne"
Şendur diyar kir ku, mirovên di mehên havînê de, di bin tîrêjên rojê û cihê germ de dixebitin divê teqez xwe biparêzin. Karkerên wek aşpêj, kelijker û cotkarên ku li cihê germ û di bin tîrêjên rojê de dixebitin heke pêkan be divê bi wardiye bixebitin. Kincên ku laşê wan tê de rihet be li xwe bikin û xurekên avî yên wek av û dew zêde vexwin.
Prof. Dr. Şendur diyar kir ku, mirovên kej û çavşîn zêdetir di bin bandora tîrêjan de dimînin. Divê mirovên xwediyê van taybetiyan saetên ku tîrêjên rojê tûj tên dernekevin derve û neçin avjeniyê jî nekin.