DIYARBAKIR
Falinca dengî bi piranî piştî mudaxeleya nişdarî ya dil, gûatir û singê derdikeve holê. Lê êdî ev nexweşî bi împlanta tîtanyûmê tê tedawîkirin.
Tedawiya vê nexweşînê li Tirkiyeyê cara ewil li ser Huseyîn Tetîkê Şirnakî hat tetbîqkirin. Piştî vê tedawiyê Tetîk ji vê nexweşiyê filitî.
Berpirsyarê Tomargeha nexwşiyên deng û axaftinê ya di bin şaxa Makezanista Nexweşiyên Poz, Qirik û Guh ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîjleyê, Doçentê Alîkar Salih Bakir daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û got: "Falinca dengî bi piranî piştî mudaxeleya nişdarî ya dil, gûatir, sing û qezayên trafîqê ji ber ku tayên deng zirarî dibînin derdike holê. Lê êdî ev rewş bi mudaxeleya cerahî tê tedawîkirin. Împlanta tîtanyûm di nav tayên deng de tê bicihkirin û ev pirsgirêk ji holê radibe. Ev tedawî 14 sal in ku li Dinyayê tê kirin."