Dinya

Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê penaberên ku nexweş dikevin zêde dibin

Ali Cura  | 22.11.2021 - Rojanekırın : 24.11.2021
Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê penaberên ku nexweş dikevin zêde dibin

Hrodzyenskaya Voblasts

Penaberên ku li ser sînorê Belarûs û Polonyayê li benda derbasbûna Ewropayê ne û di kampan da dimînin, nexweşiyên wan roj bi roj zêde dibe.

Li Grodnoya bajarê Belarûsê jin û zarok jî di nav da dora 2 hezar kesan di navenda lojîstîkê ya li herêma sînor a Bruzgiyê da dimînin û şert û mercên jiyana wan roj bi roj xerab dibe.

Her çend gelê Belarûsê, Wezareta Rewşên Acil a Belarûsê, Wezareta Karên Navxweyî ya Belarûsê, Komîteya Sînor a Belarûsê û artêşa Belarûsê seba alîkariyê bûne seferber jî, pêdiviyên însanî û jimara kesên ku nexweş dikevin jî zêde dibin.

Wezareta Rewşên Acil jî bi navber maske bela dikin.

- Ekîba Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê qad ziyaret kir

Heyeta Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) hat qada ku penaber lê bendewar in û tedqîqat kirin.

Alîkarê Serokomarê Belarûsê Yuriy Karayev der barê kesên herêmê da agahî da heyetê û diyar kir ku 24 saetan xizmeta tenduristiyê ya kesên vê derê tê kirin, heta niha dora 100 kesî rakirin nexweşxaneyê.

- Zatûre zêde ye

Karayev ragihand ku piraniya van kesan ji ber zatûre, nexweşiyên pişik û bêhnvedanê û diyabetê radikin nexweşxaneyê û wiha dewam kir, "Ji kesên ku li ser sînor bendewar in, ji ber kuxik, grîb, êşa sing û zik tên cem ekîbên tenduristiyê. Heke hewce bike zarok û jin jî li nexweşxaneyê tên tedawîkirin."

Dîrektorê Rewşa Acil a Ofîsa Herêma Ewropayê ya RTDyê Gerald Rockenschaub jî daxuyand ku rewşa kesên ser sînor xerab e û soz da wan ku wê ji wan ra paketên alîkariya tibî ya navneteweyî û berên paqijiyê bişînin.

2 hezar kes pêşiyê ser sînor di nav daristanê da diman, paşê derbasî kamp û navenda lojîstîkê bûn. Ev kes ji du hefteyan zêdetir e ku serê xwe neşûştine. Hin kes tenê porê xwe dişûn, gelek kes jî bi destmalên şil ên ku saziyên alîkariyê bela dikin va xwe paqij dikin.

Ji 8ê mijdarê vir da li sînorê Belarûs-Polonyayê koçberên ji Iraq û Sûriyeyê hewl didin derbasî Ewropayê bibin, koçberan li daristanê kamp ava kiribûn û li ber sînor disekinîn.

Van kesan duh kampên li sînor vala kiribûn û derbasî kampa ku hikûmeta Belarûsê amade kiribû bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.