KONYA - AYŞE ŞENSOY
Hîndekarê Şaxa Makezanista Fizyolojîyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yildirim Beyazidê Doç. Dr. Sînan Canan diyar kir ku encamên lêkolînan nîşan didin ku bêhna xweş bi taybetî êşa jinan kêm dike.
Cananê dest nîşan kir ku jin li gor mêran zêdetir bêhnê hîs dikin û wiha got: "Mijara tevgera jinan û ya mêran ya li hember bêhnan kêm tê zanîn. Lêkolîn nîşan didin ku behnên xweş bi taybetî li ser jinan hîskirina êşan kêm dike. Jin dema ku bêhnên xweş hildidin xwe bêtir baş hîs dikin. Lê dema ku bêhnên ne xweş hîs dikin jî rewşa wan a derûnî xirab dibe.
Canan wiha pê de çû: "Mînak, komeke lêkolîner yên Kanadayê ceribandinek çêkirine. Di ceribandinê de destê 20 jin û 20 mêrên ku beşdarî ceribandinê bûne dixin nav ava kel. Ji hêla din bêhnê bi wan didin bêhnkirin. Jin dema bêhnên xweş hîs dikin şewata destên xwe jî hê kêm hîs dikin. Bêhnên wek sîrkeyê jî êşa wan zêdetir dike. Di vê ceribandinê de bandor li ser mêran çênabe. Yanî bêhn li ser mêran bandoreke girîng nake. Bi vî awayî tê nîşandan ku li gor bêhnê rewşa jinan a ruhî diguhere."