Nihat Kavşut
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 16 Sibat 2018
BEXDA
Hin rayedarên Iraqê destnîşan kirin ji encama konferansa ku li Kuweytê bi beşdariya 70 dewletan hat kirin û ji bona jinûveavakirina Iraqê civiyane memnûn nebûne û xeyalşikestî bûne.
Îbrahîm Ceferiyê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê piştî konferansê daxuyanî da û destnîşan kir alîkariya didin têrê nake, lê ji bona jinûveavakirinê feydeyê dide û wiha got: "DEAŞê Iraqê wêran kir. Ji bona jinûveavakirinê pereyekî mezin lazim e."
Necîbe Neciba endama Komîteya Veberhênan û Maliyeyê ya Meclisa Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Konferansa li Kuweytê gavekî girîg bû, lê encam li gor dilê hikûmetê nebû. Ji konferansê 30 milyar dolar derket. Piranî jî ji bona veberhênanê ye."
Tê gotin di nav 10 salan da ji bona jinûveavakirina Iraqê 88,2 milyar dolar lazim e.