Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku ji adara 2011an vir ve berdewam dike, Lîreyê Sûriyeyê (SYP) li hemberî Dolarê DYAyê (USD) ji sedî 240 daket. Ji ber ku li hemberî Dolarê DYAyê qîmeta perê Sûriyeyê daket, şert û mercên jiyana gelê herêmê jî dijwartir bû.
Ji ber ku roj bi roj qîmeta SYPyê li hemberî USDê dadikeve, gelê Efrîna navçeya Heleba bajarê Sûriyeyê ku di kontrola PYDyê de jî ji hêla aboriyê ve ket tengasiyê.
Endamê Lijneya Aboriyê ya Efrînê Aborînas Çeleng Omer daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ji ber şerê navxweyî yê li welêt, gelek kesan koçî navçeyê kir û serjimara navçeyê ji 650 hezarî derket milyonekî û gelê niha li herêmê dijî li hemberî vê yekê dikeve tengasiyê.
Omer got ku berî adara 2011an dolarek bi 47 SYP bû, lê ji destpêka 2015an vir ve qîmeta dolerek bû 225 SYPan. Omer destnîşan kir ku piştî ku qeyranê dest pê kir bi qasî 5 qatî qîmeta perê Sûriyeyê daket û wiha dewam kir: "Sedema vê qeyranê alozî û şerê navxweyî ye. Ji ber şer sektora aboriyê nikare kar bike. Ji welat tiştekî nayê îxrackirin. Herwiha Bankeya Navend a Sûriyeyê li hemberî vê rewşê polîtîkayeke bêkêr birêve dibe. Ev hemû di nav sedemên vê qeyranê de cih digrin."
-"Ji ber qeyranê gelek malbat di nav tunebûnê de dijîn"
Omer got ku dahata malbatan bi qasî 30 hezar SYPyî ye, ji ber vê yekê hêza danûsitandinê ya malbatan zehf daketiye û gelek malbat di bin sînorê xizaniyê de dijîn.
-"Bihayê xurekên ku tên îtxalkirin jî zêde bû"
Ji dikandarên herêmê Mihemed Ûsû got ku ji ber ku qîmeta perê sûriyeyê daket, gel jî nikare danûsitandinê bike, pêdiviyên xwe bistîne û wiha axivî: "Ji ber ku kûra dolar zêde bû bihayê şekir, çay, birinc, zeytûn, konserve û rûn ku ji derveyî welêt tên sitandin zehf zêde bû. Ji ber vê yekê gelê herêmê nikare pêdiviyên xwe bistîne."