QAHÎRE
Serokomarê Misirê Evdilfetah es-Sîsî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Qahîreyê li Qesra Qubbeyê civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.
Sîsî destnîşan kir ku li gor encamên Konferansa Cenewreyê li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî dixwazin.
Sîsî diyar kir ku di mijarên Yêmen, Libya û Iraqê da ji bo "yekîtî û yekbûyîn"ê bi Putîn ra li hev dikin û wiha got: "Em piştgiriyê didin dewleteke Filistinê ku paytexta wê Qudûsa Rojhilatê ye."
Putîn jî destnîşan kir ku der heqê bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin vizyona her du dewleta li hev dikin.
Putîn diyar kir ku rêvebiriya Moskowayê ji bo qeyrana li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî dixwaze.