İbrahim Atmaca
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Pêşengê Îranê Xameney: "Divê piyê Amerîkayê ji herêmê were birîn"
Elî Xameneyê pêşengê Îranê der heqê êrîşên dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê da got, "Ev ne bes e. Divê piyê Amerîkayê ji herêmê were birîn."
Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê Xameney di axaftina xwe ya li Tehranê da wiha got, "Me bi şev sîleyek li van da, lê ev ne bes e. Divê piyê Amerîkayê ji herêmê were birîn."
Xameney di axaftina xwe da pesnê General Qasim Silêmaniyê ku li Bexdayê bi destê Amerîkayê hat kuştin, da û wiha got:
"Wezîfeya gel ew e ku dijminê xwe baş nas bike. Amerîka, Siyonîst û emperyalîzma dinyayê dijminê Îranê ne. Em kêfxweş in ku Meclisa Iraqê ji bo ji welêt derxistina Amerîkayê biryar da."
Xameney diyar kir ku bûyerên ku di mijdarê da piştî zema benzînê derketin plana dijminan bû û divê meriv ji bo defikên wiha baldar be.
.