Dinya

Papa: "Em ji terorîzmê ra û manîpulekirina dîn ra dibêjin na"

Rêberê dînî yê Katolîkan Papa Francuscus ziyareta xwe ya Iraqê li navçeya Qereqûşê ku wekî paytextê Xirîstiyanên li welêt tê hesibandin didomîne.

Önder Beyter  | 07.03.2021 - Rojanekırın : 08.03.2021
Papa: "Em ji terorîzmê ra û manîpulekirina dîn ra dibêjin na"

Arbil

 Rêberê dînî yê Katolîkan Papa Francuscus ziyareta xwe ya Iraqê li navçeya Qereqûşê ku wekî paytextê Xirîstiyanên li welêt tê hesibandin didomîne.

Di roja sêyemîn a ziyareta xwe ya Iraqê da Papa ji Hewlêrê derbasî Mûsilê bû û navçeya Qereqûşê (Hemdaniye) ziyaret kir.

Papa di ayîna li Dêra El Tehrîr el Kubrayê da ji jineke Xirîstiyan, êrîşa rêxistina terorê DEAŞê ya 6ê Tebaxa 2014an a dijî Qereqûşê guhdarî kir. Jina Xirîstiyan salixê êrîşê û qewimînên dû wê, da Papa.

Papa di ayînê da axivî û wiha got, "Ji bo ku mirov wekî Xirîstiyan bimîne, divê di hezkirina mirov da xweşbînî jî hebe. Dibe ku rê dirêj be, lê ez ji we ra dibêjim ku 'Dest jê nekişînin'. Ez dizanim ev yek dijwar e, lê em bawer in ku Xwedê dê aştiyê bîne van axan.

Em ji terorîzmê ra û manîpulekirina dîn ra dibêjin na. Serpêhatiyên rabirdoyê, roja me ya îro dineqişîne û berê me dide siberojê. Li vê derê pêwîstî ne bi tenê bi restorekirina avahiyan heye, her wisa pêwîstî bi desthevgirtina civakan jî heye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın